
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi minasibeta 10ê Xakelêwe, roja “Şehîdên Kurdistan”ê peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Xelkê têkoşer û welatparêz ên Kurdistanê!
Azadîxwazên Îranê!
Di roja 10ê Xakelêweya îsal de 75 sal bi ser sêdaredana Serkomarê Kurdistanê “Pêşewa Qazî Mihemed” û hevalên wî re derbas dibe, 75 sal berî niha di sibêdeha 10ê Xakelêweya sala 1326an a Rojî de, (30ê Adara 1947an), “Pêşewa Qazî Mihemed, Seyfê Qazî û Sedrê Qazî”, ji aliyê hikûmeta Mihemedrezaşahê Pehewlî ve di meydana “Çarçira”ya bajarê Mihabadê de hatin bidarvekirin û bûne pêşrewê Karwanek ku heta niha jî, di pêxema gihîştin bi armancên gelê Kurd de her berdewam e.
“Pêşewa Qazî Mihemed” di malbatek olî û rewşenbîr a Kurd de perwerde bibû û xelkê deverê rêzek taybet ji wan digirtin. Zanayî û têgihîştina “Qazî Mihemed” bû sedemê vê ku bibine cihê rêzgirtina xelkê û Komeleya “JK”ê, û eva jî bû sedemê vê ku daxwaz ji wî bê kirin ku bibe bi endamê “JK”ê. “Qazî Mihemed” ê nemir, di heyamek kin de li meydana siyasetê jî, xwe da nîşan dan û Komeleya “JK”ê di rêkxirawek dayxistî de kir bi Partiyek ku tev qat û texên civatgehê xwe tê te didîtin. “Pêşewa” Partiya Demokrat a Kurdistanê ava kir û ev Partiye di heyamek kin de bi hezaran endam di refên xwe de kom kirin.
“Qazî Muihemed” bû bi “Pêşewa”yê Partiya Demokrat û di heyamek kurt de û di pêngavek netirsane de ji wê derfeta ku bo Kurd hilkevtibû, yekemîn Komara Kurdistanê tê de ava kir ku di wê dem û serdemê de ew pêngave biriyarek netirsane û hizirek bihêza neteweyî û niştimanî hewce bû ku “Pêşewa” û hevalên wî bi xwegorîkirin, xewna neteweyek bin dest û bê dewlet bi cih anîn. “Pêşewa” bû bi Serkomarê Kurdistanê û Komar bû bi cihê daxwazî û hêviya xelkê Kurdistanê û nîştimanperwerên beşên din ên Kurdistanê, û Komar bi qibleya hêvî û daxwaziyên xwe zanîn û hemû li dora alaya Komarê kom bûn, Komar bû bi mala hemû Kurdên xwedî hizir û bîra Kurdayetiyê û avakirina Komarê mizgîniya qonaxek din ji dîrokê da gelê Kurd.
“Pêşewa Qazî Mihemed” tevî vê ku di malbatek Olî de perwerde bibû, lê siyasetmderak hilkevtî yê wê qonaxê bû ku karî gelê Kurd ji bêhêvîtiyê rizgar bike; tevî nebûna ezmûna dewletdarî, karî dewletekê ava bike ku tev qat û texên Kurdistanê bi yek çav tê de bêne mêzekirin û mafê hemû kêmîneyên netewî yên li jêr desthilata Komara Kurdistanê de dabîn bike û di vê serdemê de hevdem jinan mil bi milê mêran bîne nav meydana siyasetê û yekemîn rêkxirawa jinan ava bike û ev pêngave jî, ji malbata xwe ve destpê kir. “Pêşewa” di heyamek kin de karî zimanê Kurdî bike bi zimanê fermî yê xwendin û nivîsandinê û geşeyê bi çapxane, dibistan, rojname û kovarên Kurdî bide. Tevî ku ev qonaxa tejî şanaziya gelê Kurd di heyamek kin de bû, lê destkevtên mezin bo neteweyek mezin bi diyarî anî û heta niha jî, ev rê û rêbaze di haletê berdewamî û berfirehtirbûnê de ye.
Pîştî êrîşa leşkeriya hikûmeta Îranê bo ser Azerbaycan û Kurdistanê, “Pêşewa Qazî Mihemed” bo rêgirîkirin ji rijandina xwîna xelkê Kurdistanê, xwe kire mertal û bo girtîgeha hikûmeta serkutker a paşayetiyê hate veguhastin. “Pêşewa” her çawa di dema Serkomariyê de Komara Kurdistanê ava kir, herwisa jî bi netirsane di girtîgeh û bêdadgehên hikûmeta Pehlewî de berevanî ji mafên rewa yên gelê Kurd kir û bi serbilindî ve canê xwe fîdayê xelkê Kurd û nîştimana xwe kir.
Hiklûmeta Mihemedrizaşahê Pehewlî wek piraniya zalimên din ên cîhanê wa hizir dikir ku bi îdamkirina “Pêşewa” û hevalên wî dikare hizira mafxwazaneya gelê Kurd ji nav bibe û xelkê bêdeng bike û wan li hember desthilatê de bitewîne. Dujminên Kurdan her tim ew şaşiya mezin dûbare û çendbare kirine û xwestine serê Kurd jêkin, bo vê ku xelkê Kurd bêdeng bikin, lê dîrokê daye xûya ku bi kuştin, teror û îdamkirina her rêberek Kurd, kurd bi micidtir ji caran ve xwe rêk xistiye û hatiye meydanê û rêber û jêhatiyek din bûye pêşengê wê karwanê.
Piştî derbasbûna 75 salan bi ser bidarvekirina “Pêşewa” û hevalên wî re, her wek tê dîtin, hizira “Pêşewa” berfirehtir bi pêş ve diçe û xortên gelê Kurd li refên Hizb û rêkxirawên Kurdistanê de meydandariyê li hember dujmin dikin û bihost bi bihost axa Kurdistanê yadigar û tirba xortekî Kurd e ku li pêxema mafên rewa yên gelê xwe de tekoşîn kiriye an canê xwe goriyê azadî û rizgariya nîştimana xwe kiriye. Jin û mêran, kur û keçan mil bi milê hev çi di refên pêşmergetiyê de û çi li navxweyê welat li jêr tundûtîjiyên dagîrker de mijûlê xebat, berxwedan û tekoşînê ne. Bi îdamkirina “Pêşewa” û hevalên wî û gelek ji têkoşer û serkirdeyên din ên Kurd, netenê Kurd neşikestiye, belkî micidtir û pêdegirtir ji caran di meydanê de rawestiya ye û nasname, kesayetî û nîştimana xwe parastiye û roj bi rojê çiraya xebata Kurd geştir dibe û ew karwane ber bi serkevtinê ve pêngavan diavêje.
Li roja 10ê Xakelêweyê û di 75emîn salvegera bidarvekirina “Pêşewa” û hevalên wî de, Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê peymanê digel rihê “Pêşewa Qazî Mihemed” û hemû şehîdên sorxelat ên gelê Kurd nû dike û soz dide ku heta gihîştin bi armancên bilind ên Komara Kurdistanê di xebat û tekoşîna xwe de berdewam be û di hemen demê de daxwaz ji xelkê Kurdistanê dike ku bi hêviyê ve bo gihîştin bi mafên xwe û li hemberderkevtin li dijî dujmin, mil bi milê hev û bê cudatîdanîn a hizira cuda û tevî partiyên têkoşer û şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê, vê xebatê bidomînin û bi yekîtî û yekrêziyê ve ber bi serkevtina herî bilind pêngavan biavêjin.
Silav li rihê “Pêşewa Qazî Mihemed” û hemû şehîdên sorxelat ên gel
Merg û neman bo dujminên Kurd û bi hêviya herîfîna rejîma Komara Îslamî ya Îranê û avakirina hikûmetek demokratîk û federal di Îranê de.
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê
9ê Xakelêweya 2722a Kurdî
29ê Adara 2022an