Civatên xelkê Kurdistanê!
Kom û civatên mirovhez
Wekî haydar in şeva Înê, 4`ê Rêbendana 1398`an, hevberî 24`ê Kanûna Paşîna 2020`an, erdhejek bihêz parêzgeha Xarpêt a Bakûrê Kurdistanê hejand ku navenda vê erdhejê, bajarê Sîvrîce bû.
Bi sedema vê bûyera malvêrankar ku roja şûndatir deverên din ên wê parêzgehê û herweha parêzgeha Melatiye jî vegirt, mixabin bi dehan hevnîştimaniyan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûne, herweha bi sedan xanî û mal jî herifîne û xelkek zaf bê rê û cih mane ku çarenivîsa hejmarek xelkê hêj nexuya ye û rengê hindê dide ku li jêr kavilk û dar û perdikên xaniyên herifî de mabin. Li gor zaniyariyan, xelkê lêqewimî ên wan deveran ji ber bandora befr û sir û seqemê û herweha ziyanên erdhejê, li rewşek pir xerab de dijîn û hewcehiya bilez bi alîkariyên mirovî hene.
Navenda Hevkariyê ya Hizbên Kurdistana Îranê bi vê boneyê ve, hevxemiyê bi kes û karên goriyên vê karesata xwezayî re dike û hêviya başbûn û saxlemiyê bo birîndaran dixwaze.
Herweha daxwazê ji xelkê welatparêz ên Kurdistanê, mirovdostan û kom û civatên mafên mirovî û xêrxwaz dike ku bi her awayê mumkin, bi hawara xelkê lêqewimî ên deverên erdhejlêdayî ve biçin û alîkariyên mirovî ên bilez û hewce bigehînine wan, û rê nedin ku sir û seqema zivistanê jî bibe sedema kûrtirbûna vê birîna mezin.
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê
6`ê Rêbendana 1398`an
26`ê Kanûna Paşîn2020`an