
Partîya Maf û Azadîyan, “HAK-PAR”ê bi hilkefta 75emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê li 2ê “Rêbendan”ê, peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Deqa peyama “HAK-PAR”ê wiha ye:
KOMARA KURDİSTANÊ LI MAHABADÊ, RÛYÊ PÎROZ A DÎROKA KURDİSTANÊ YE
Roja 22’yê Çileya sala 1946’an li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengîya nemir “Qazî Mıhemed” û hevalên wî, Komarek hate damezrandin. Îsal bû 75 sal ku ew Komara netewî a Kurdistanê hatiye ava kirin.
Damezrêner û avakar û pêşengê Komarê “Komeley Jiyanewey Kurd”, “J.K” bû. “J.K” piştî demeke kin xwe nûjen kir û bû “Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê,(PDKÎ/HDKÊ) û wek rênîşander û parêzerê Komara Kurdistanê a Mahabadê bû.
Mixabin ku temenê Komarê 11 (yazde) heyv bû Lê, di wan 11 heyvan de,gelek nirx û bihayên gelê Kurd hatine afirandin. Komara Kurdistan bi navendiya bajarê “Mahabad”ê ji alîyê Neteweyên Yekgirtî (NY) (Miletên Yekbûyî) ve, bi fermî hatîbu naskirin.
Komara Kurdistanê cerbandinek pir giring bû û bê guman li du xwe ve destkevtên hertimî bi cih hişt.
Di dema desthilata Komara Kurdistanê de, di aliyê çand û ziman û huner û edebîyatê de, gelek gavên giring hatin avêtin. Opêrayeke netewî bi navê “Daykî Niştiman” hate çêkirin, di warê çapemenî û weşanê de jî, gelek hewlên giring hatine dan. Zimanê Kurdî bû bi zimanê fermi û zimanê hînkarî û perwerdekirinê. Dersxwanên dibistanan geyiştine zimanê xwe û bi Kurdî dest bi xwendin û nivsandinê kirin.
Komara Kurdistanê bi navendiya bajarê Mahabadê, yekim car hêzeke leşkerî ava kir û ji bo leşkerên Kurd navê “Pêşmerge” hate danîn. Pêşmerge ew kese ku pêş hemû kesî diçe mirinê. Yanî parêzerê gel û welat, pêşmerge ye. Bi biryara Komara Kurdistanê “Mela Mistefa Barzanî” wek general û fermanderê Giştîyê Leşkerên Kurdistanê hate tayin kirin.
Her wiha Komarê sîrûda netewî a” Ey Reqîb” wek, marşa gelê Kurd qebûl kir ku her niha jî, gelê Kurd vê dipejirîne. destkevt û sûdên Komarê helbet ne evqasin. Her wiha alya Kurdistanê di vê demê de hate kivşekirin û “ala rengîn” hate eşkerekirin.Bi avakirina Komara Kurdistanê re, cara yekim bu ku bi navê “Peymana Sê Sînor” peymanek hate saz kirin û çawanîya pêwendîyên li navbera rêxistinên Kurdî bi vê peymanê, hate dariştin. Di vê demê de, digel, “Xoybûn” û “Hêvî” wek sê rêxistinan ku her yek ji wan li beşekê cudayê Kurdistanê bûn, di navbera xwe de biratiyek ava kirin û wek, hevalbendên Komara Kurdistanê, wek, dilxweşî û serkevtineke netewî pejirandin û jêre bûne alîkar û piştewan. Îro jî hewcehiya gelê Kurd bi “Peymaneke Sê Sînor“ heye.
Serokê Komara Kurdistanê, “Pêşewa Qazî Mihemmed” her wiha serokê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê jî bû. Partî û Komar di heman serdemê de hatibûne avakirin. Mixabin ku Komar nema û nekarî xwe rabigre; lê, Partî îro jî bi mêrxasî ji bo azadîya Rojhilatê Kurdistanê têdikoşe û dixebite.
Rejîma dirinde a Îranê, piştî vekêşana Ertêşa Sor, êrişî li ser Komarê kir û hikumeta herêmê ji nav bir. “Qazi Mihemed” heta dawî nefesa xwe, di meqamê xwe de wek mirovekî serbilind berxwedan kir. Lê bêderfet û bê pal û piştewan ma, civaka navnetewî a cîhanê û sazîya Miletên Yekbûyî pişta Kurdan nesekinin.
Dewleta dagirker, Komara Kurdistanê dorpêç kir û hilweşand. Serkamarê Kurdistanê, “Qazî Mihemed û Serokwezîr Hacî Babaşêx û Wezîrê parastin û berevanîyê Seyfî Qazî ji alîyê rejima zordar a Îranê ve roja 31’ê Adara sala 1947’an, hatine îdam kirin.
Komara Kurdistanê li Mahabadê sikaneke gelek giring di dîroka gelê Kurd de.
Em wekî Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR, bi rêzê ve Komara Kurdistanê li Mahabadê bibîr tînin.
Di 75.min salvegera vê Komara netewî de, dibê gelê Kurd wan rojan yad bike, û ji ceribandina wê Komarê dersan werbigre.
Komara Kurdistanê l Mihabadê, rûyê pîroz a diroka Kurdistanê ye.
Rûhşad bin, Qazî Mihemed û hevalên vî.
Berxwedana Qazî Mihemed, bawerîya gelê Kurdistanê qahîmtir dike. 22.01.2021
Latif EPÖZDEMİR
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR