Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama PDK- Sûriye bo PDKÎ

13:22 - 21 Tebax 2020

PDK-Sûriye bi helkefta 25ê Gelawêjê, peyama pîrozbahiyê arasteyî PDKÎ yê kir.

Deqa peyamê wihaye:

Birayê Hêja Rêzdar “Mistefa Hicrî, Lêpirsyarê Partiya Demoqrat a Kurdistanî-Îran..

Birayên hêja di Navenda siyasî û rêberiya PDKÎ de..

Tewî Silavên Kurdevarî…

Bi boneya derbasbûna 75 salan bi ser damezrandina partiya we, bi navê xwe û bi navê endamên partiya me, partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (Partî) em ji dil ve, wê helkeftê ji we pîroz dikin, bi omîda pêkanîn û serketina armanên ku Partiya we li ser hate avakirin.

Partiya pakrewanan, partiya Qazî Mihemed, Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Dr. Sadiq Serefkendî, ên yekem komara Kurdî di serdema nûjen de ragihandin, ku bûne cihê baweriyê li ba gelê Kurd li her deverê û bi taybet di vê qonaxa dîrokî de ku dever tê re derbas dibe û nexasim Îran, ku cihê giringiyê ye.

Hewceye Yekrêziya mala Kurdî yekgirtî be û hêzên siyasî werin ba hew û bi hişmendiyeke bi hêz gelê me bighînin cihê seqamgêrî û aramiyê.

Bi vê helkeftê, em tekeziyê li ser bihêzkirina têkiliyan di xizmeta berjewendiyên netewî , di navbera herdû Partiyan de, li ser bingeha rêzgirtineke hevbeş dikin,  carek e din em vê boneyê li we pîroz dikin.

Qamişlo- 16ê Tebaxa 2020

Birayê we   Nesredîn Îbrahîm

Sekretêrê Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê