Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama PDKÎ bi hilkefta koça dawî ya Dr. “Firset Sofî”

17:34 - 18 Çirriya paşîn 2020

Dezgeha Pêwendiyên Giştî ya PDKÎ bi hilkefta koça dawî ya Dr. “Firset Sofî” peyama hevxemiyê bo Serokatiya Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê şand.

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar Serokatiya Encumena Wezîran ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Silav û rêz

Bi dax û kesereke zêde ve nûçeya koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Dr. “Firset Sofî Elî” bi sedema nexweşiyê gihîşte me û bû sedema xemdariya me hemûyan.

Bi hilkefta wê nûçeya nexweş, em sersaxiyê dibêjine we rêzdaran û Serkirdayetiya PDK û Encumena Parêzgeha Hewlêr û malbata welatpewer ya wî xortê dilsoz ê gelê me.

Dr. “Firset Sofî” kesayetiyekî akademîk û siyasî bû û di heyama kar û têkoşîn û xizmet bi armancên gelê Kurd di warê zanistî de yek ji mamostayê payebilind yê Kurdistanê bû û hevdem di warê yasadanîn û beşdarî di proseya birêveberiya Herêma Kurdistanê de yek ji kesayetiyê naskirî û bi şiyan yê parlemana Herêma Kurdistanê bû û di dawî erkê îdarî û xizmetguzariyê de jî, yek ji kesayetiyên xemxwer ê gelê me bû.

Koça dawî ya wî xortê bi şiyan û bi wec yê gelê me, bo PDK û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê xisarekî mezin bû.

PDKÎ carek din hevderdiya xwe pêşkêşê malbata wî ya rêzdar û tev dost û hevalên Partî û Hikûmetî dike û sersaxiyê dibêje wan.

Silav li rihê paqij ê “Firset Sofî Elî”

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Dezgeha Pêwendiyên Giştî

Mihemednezîf Qadirî

28ê Xezelwer a 1399an a Rojî

18ê Çirriya Paşîn a 2020an