Dezgeha Pêwendiyên Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta salvegera koça dawî ya heval “Hemîd Derwêş”, peyamek bo Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd-Sûriye şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Rêzdar Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd-Sûriye
Silav û rêzên dostane
Em hêvîxwaz in ku di xebata li pêxema bidestxistina armancên gelê Kurd li Rojavayê Nîştiman de, serkevtî bin.
Hevalê birêz!
Roja 24`ê Cotmeha 2020an, salvegera koça dawî ya xebatkarê naskirî û kevnar ê gelê me û Sekreterê mandînenas ê Partiya Şoreşvane we, mamoste “Hemîd Derwêş” e.
Bi vê boneyê ve, em li ser navê rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hewce dizanin ku silavên emegnasî, rêz û wefayê pêşkêşê canê paqij ê wî xebatkar û welatparêzê serbilind ê gelê xwe bikin û bi we hevalên birêz û şopîner û dirêjederên rê û rêbaza kek “Hemîd Derwêş” re hevxemiya xwe nîşan bidin û hêviya serkevtinê di misogerkirina armanc û hêviya wî de bixwazin; Herwisa tekezî li ser pêwendiyên dostane ên navbera herdu Partiyên heval û bira di pêşvebirina armancên hevpar de bikin.
Yad û navê heval Hemîd Derwêş ê xebatkar, zîndî û herman.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Pêwendiyên Giştî
Mihemednezîf Qadirî