Refek ji Pêşmergeyên Bajar li bajarê “Ciwanro”yê bi hilkefta 26ê Sermawezê, “Roja Pêşmergê Kurdistanê” peyamek belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye:
Em wekî “Pêşmergê Bajar” li bajarê Ciwanroyê, bi hilkefta 26ê Sermawezê, roja Alaya kurdistan û roja Pêşmergê Kurdistanê emekdarî û soza xwe digel rêbaza Partiya xwe û şehîdên axa pîroza Kurdistanê dubare dikin û heta dawî dilopa xwîna xwe berevanî li ax, ala û destkevtên netewa xwe bikin û wefadarê rêbaza “Pêşewa” û şehîdên Kurdistanê bin.
Bilind be alaya Kurdistanê
Serbikeve Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Serbikeve Rasan
Silav li tirba paqij a şehîdan