
Pêşmergên Bajar di devera “Leylax” a ser bi bajarê “Sine”yê de li derheq şehîdkirina “Heyder Qurbanî” bi dest xwînmijên Cemaranê ve peyama sersaxiyê belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye :
Bejina şehîd bi qed bejina Kurdistanê ye:
Bi îdamkirina şehîd “Heyder Qurbanî” xemek giran kete ser dilê hemû Kurdistan û hemû hogirên rêya rizgarî û azadiya Kurdistanê, em Pêşmergên Bajar digel canê paqij ê şehîd “Heyder” û hemû şehîdên Hizib û gel peyman nû dikin û soz didin ku heta dawiyê rêvîngê rêbaza wan ya pîroz bin û bo çirkeyekê jî rêya wan ber nedin.
Hezar silav li canê paqij ên şehîdên Kurd û Kurdistanê
Komek ji Pêşmergên Bajar di devera “Leylax” a ser bi bajarê “Sine”yê de