Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Pêşmergên bajar di herêma Çemê Mecîdxan

13:07 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2020

Pêşmerge yên bajar li herêma Çemê Mecîdxan bi hilkevta 22 yê Pûşperê di peyamekê de, peyman di gel rêbaza şehîdan nû kirin.

Pêşmergên bajar bi wî awayî peyama xwe dest pê dikin: Namirin evên ku di dilê milet de dijîn.

Gelek azadiyê bixwaze, divê nirxa wê azadiyê jî bide.

31 Sal bi ser terora Dr. Qasimlo rêberê navdare mede derbas dibe, Kurd û cîhan , hêdî hêdî ji hizr û raman, kar û kiryarên Qasimlo yê nemir tê digihe.

Her lewmaye îsal pêka salên berê, guhartinekî nû bû di xebata rizgarîxwazane ya gelê me de. Me dît ku çawan hemî aliyekê helwêst û berteka xwe bi dijî terorîzma dewlwtiye komara sêdarê dane xuyakirin.

Herwisa di peyama Pêşmergên bajar li herêma Çemê Mecîdxan de hatiye: Em bi hilkevta 31 emîn salvegera şehîd bûna Dr. Qasimlo, terorîzma rejîma sêdarê şermezar dikin û hevdem peymana xwe di gel rêbaza pirserweriye Qasimlo yê nemir de nû dikin.

Silav bo ser riha şehîd Qasimlo û hemî şehîdên Kurd û Kurdistanê.

Pêşmergên bajar di herêma Çemê Mecîdxan