Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama “Pêşmergên Spîpoş” ên Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta 26`ê Sermawezê

12:08 - 15 Kanûna pêşîn 2021

Kadrên Dermanî naskirî bi “Pêşmergên Spîpoş” li Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta 26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê peyamek belav kirin.

Deqa peyamê wiha ye:

Em wek kadrên dermanî ên Rojhilatê Kurdiatanê roja pîroz a 26`ê Sermawezê li tev Pêşmergên Kurdistanê ku bi heq selmandine ku xortên emegdarên wê axê û avê ne pîrozbahî dikin.

Her wek gelê me agehdar e rejîma kevneperest a Komara Îslamî piçûktirîn daxwazên gelê me bo mafê rewa û bingehîn ên mirovî bi serkut û kuştina netewa me bersiv dide û eva vê rastiyê derdixe ku hebûna Hêza Pêşmerge ku hêza berevaniya netewî bo parastina kerameta netewa me ye ji hemû demekê hewcetir e.

Em wek “Pêşmergên Spîpoş” ên Kurdistanê di vê roja pîroz de peymana wefadariyê digel pêşmergên canliserdest ên Kurdistanê û malbatên serbilind ên şehîdan nû dikin, û radigehînin ku em piştevanê rêya we ya pîroz in.