Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta 8`ê Mars

11:03 - 8 Adar 2022

Lêpirsiyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta 8`ê Mars roja cihaniya Jin, peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

8`ê Mars vebîrxistina rewşa van jinane ye ku li welatên pêşkevtî di bin siya tekoşîna jinan û mêrên yeksanîxwaz de bi mafên xwe gihîştin; ji aliyek din ve jî, vebîrxistina rewşa van jinane ye ku li pirraniya welatên wek Komara Îslamî ya Îranê û Efxanistanê de wek koyle têne mêzekirin.

Di vê rojê de ez pîrozbahiyê dibêjime hemû jinên cîhanê û nemaze jinên çalak û têkoşer ên xebata yeksanîxwazî li Rojhilatê Kurdistanê.

Em hewil bidin jin azad bin da ku civatgeha me bextewer be.

Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ

Mistefa Hicrî

8`ê Marsa 2022`an