Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya “Mistefa Hicrî” bi hilkefta 2`ê Rêbendanê

10:37 - 20 Kanûna Paşîn 2021

Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî” bi hilkefta 2`ê Rêbendanê, salvegera avakirina Komara Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê belav kir.      

Peyam wiha ye:

75 sal berî niha li roja 2`ê meha Rêbendanê de, Komara Kurdistanê hate ragihandin. Komarek ku temenê wê kêmtir ji yek salê bû, û bi pîlana hikûmeta Mihemed Rizaşahê Pehlewî hate herifandin û Serokê Komarê, Pêşewa û hejmarek din ji seranên wê hikûmetê îdam kirin.

Ji wê demê ve Komara Kurdistanê stêrka asoya xebata Kurd li hemû ew 75 sale de bûye, û ji îro paş ve heta Kurd bigihe bi armancên Komarê, dê rêçkeya xebata evîndarên wê berdewam be.

Komara Kurdistanê di dil û hizra me de zîndî ye

2`ê Rêbendanê pîroz be

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

1`ê Rêbendana 1399`an a Rojî

20`ê Kanûna Paşîn a 2021`an