Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta cejna pîroz a Remezanê, peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Cejna Remezanê li hemû musilmanan û bi taybetî li welatiyên Rojhilatê Kurdistanê, malbatên şehîdan û girtiyên siyasî pîroz be.
Em hêvî dikin cejna azadî û rizgariyê ji destên rejîma dijî azadiyê ya Komara Îslamî ya Îranê jî bigihe.
Hemû rojên we cejn bin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Lêpirsyarê Giştî
Mistefa Hicrî
3`ê Cozerdan a 1399`an a Rojî
23`ê Gulan a 2020 a Zayînî