Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya “Mistefa Hicrî” bi hilkefta ser sala nû a Zayînî

11:56 - 26 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di peyamêkê de bi hilkefta hatina ser sala nû a Zayînî, li Mesîhên Îran û Kurdistanê pîroz kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Ser sala nû a Zayînî û roja jidayîkbûna Mesîh, pîroz be.

Bi hilkefta roja jidayîkbûna hezretê “îsa Mesîh” û ser sala nû a Zanînî, pîrozbahî li tev peyrewên Mesîh, bi taybet Mesîhên Îran û Rojhelatê kurdistanê dikim.

Hêvîdarim rojên wê cejnê, rojên pir xweş û keyf û ser sala nû a Zayînî saleke pir ji azadî û dadperwerî be bo hemû aliyekê.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî