Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Mistefa Hicrî” bo “Kosret Resûl”

11:40 - 29 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ di peyamekê de pîrozbahî li “Kosret Resûl”, Serokê Encûmena Bilind a Siyasî a Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar “Kosret Resûl”, Serokê Encûmena Bilind a Siyasî a Yekîtiyê

Tevî silavekî birayane

Em bi boneya hilbijartina te wekî Serokê Encûmena Bilind ya Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê, herwisa serketina kongereya çarem a Yekîtiyê, pîrozbahiyê pêşkêşê we tekoşeran û yek bi yek endamên Encûmena Bilind a Siyasî û Encûmena Giştî ya Serkirdatî ya hilbijartiya kongereyê dikin.

Hêvîdarim rêberatiya nû ji rêya yekîtî û yekgirtina aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, û xizmetkirin bi armancên bilind ên Kurd di hemû beşekê de, erkên nîştimaniyên xwe bi serkevtinan birêve bibin.

Digel rêzeke dûbare

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

7`ê Befranaba 1398`an

28`ê Kanûna Pêşîna 2019`an