Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya “Mistefa Hicrî” bo “Selahedîn Beha`edîn”

12:28 - 31 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di peyamekê de pîrozbahî li “Selahedîn Beha`edîn”, Emîndarê Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê kir.

Peyam wiha ye:

Rêzdar, mamoste Selahedîn Beha`edîn

Emnîdarê Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê

Silav û rêz

Bi boneya helbijartina te yê rêzdar wekî Emnîdarê Yekgirtûya Îslamî, em pîrozbahiya xwe pêşkêş dikin û ji rêya te yê rêzdar ve pîrozbahiya tev endamên rêberatî yên hilbijarteyên kongerereya heştemîn dikin.

Bi vê hêviyê rêberatiya nû ya Yekgirtû dewreke zêdetir bilîze li yekgirtina hêz û aliyên herêma Kurdistanê ku hewcehiyeke serekiye di vê rewşê de ku Îraq têde derbas dibe, herwisa alîkar be bo ber bi pêşveçûna rewşa Kurd li hemû beşên Kurdistanê de.

Digel rêzeke dûbare

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

9`ê Befranbara 1398`an

30`ê Kanûna Pêşîna 2019