Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya PDK- Bakur bi hilkefta 25ê Gelawêjê

12:07 - 18 Tebax 2020

Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur) bi minasebeta 75emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) di peyamekê de pîrozbahî li wê partiya kir û ragihand ku PDKÎ li ser bingeheke qahîm ava bûye û ew ji bo wan jî bûye weke partiyeke minak.

Deqa peyamê wihaye:

“Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku 75 sal berê li Mahabada paytext hat dinê û Komara Kurdistanê damezirand, li ser kok û bingehek qahîm û mezin ava bûye. Ew xwediyê kevneşopek têkoşer e û bûye nimûne ji bo gelek partiyên li her çar parçeyên Kurdistanê, ku partiya me PDK-Bakur jî yek ji wan e.”

Herwisa di pareke dinê a peyamê de hatiye: “Dewleta Îranê ya dagiker îro wek xetereyek mezîn tê zanîn, ne tenê ji bo kurdan lê ji bo hemî cîhanê û mirovahiyê. Ew ti nirxên gerdûnî nas nake û mafê çarenûsiya neteweya kurd jî bi her rengên hovane binpê dike. Ev dewleta hov û tundrew, welatperwerên kurd bi îşkence û darvekirin dikuje, kolberan li ser sînor gulebaran dike, miletê kurd bi birçîbûnê ceza dike û ziman û çanda farisan li ser kurdan ferz dike.”

PDK-Bakur tekezî kiriye ku PDKÎyê, di dirêjahiya 75 salan de dîrok û kevneşopekiyek saxlem û xurt diyariyê kurdan kiriye û bûye bingeh û wargeha rêbaza neteweyî û şoreşger li Kurdistanê.  Cihê şanaziyê ye ku PDKÎ îro jî bi heman zîrekî û çelengiya demê nûciwaniya xwe xebata xwe berdewam dike.

Di dawiyê de PDK Bakur amaje bi rola Qazî Mihemed, Qasimlo û Şerefkendî jî kiriye û gotiye: “Em wekî PDK-Bakur, li gel hestên hevalbendî û birayetî, 75emîn salvegera damezrandina partiya Qazî Mihemed, Qasimlo, Şerefkendî û bi hezaran şehîdan ji dil û can pîroz dikin.