Dezgeha Pêwendiyên Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya hilbijartina “Mistefa Ozçelîk” wek Serokê Giştî yê Partiya Azadî ya Kurdistan-Bakur peyameke pîrozbahiyê bo wê Partiyê şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Birêz “Mistefa Ozçelîk”, Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Bakûra Kurdistan
Tevî silav û rêzên şoreşvanî, û bi hêviya saxî û silametiya we
Hevalê hêja!
Em haydarê lidarxistina duyemîn kongireya Parriya şoreşvan a we bûn ku bo cerek dinê, wekî Serokê Giştî ê Partiyê, baweriya nûner û endamên rêberiya Partiyê bi we hat bexşîn. Bi vê boneyê, em bi hewce dizanin ku li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pîrozbahiyên herî germ ji we yên rêzdar, endamên rêberiyê û hemû alîgir û hezkiriyên partiya xebatkar a we bikin û hêviya serkevtinê li cibîcîkirina biryarên kongireyê û pêngavên neteweyî ên we di pêxema misogerkirina armancên siyasî û netewî ên gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê de dixwazin.
Di dawiyê de, carek din ji we pîroz be.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Pêwendiyên Giştî
Mihemednezîf Qadirî