Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Pîrozbahiya Pirofîsor Kînyazê Îbrahîm Rêveberê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang bo PDKÎ

12:40 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2020

Birêz Serokatîya Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê

Birêz Mihemednezîf Qadirî!

Bi hilkeftina 75`emîn salvegera avabûna Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê ez we bi dil û can pîroz dikim. 

Em serbilind in ku keda kurdên Sovyet jî di serketinên we û avabûna  Komara Kurdistanê Mehabadê da heye. Xalê min – Wezîrê Cebar Nadirî wek serleşkerekî kurd bi Artêra Sor, anku a Sovyetê ra di sala 1946 an li  Mehabadê di îlankirina Dewleta Kurdistanê, li Mehabadê li ”Meydana Çarçira” da  amade bû û wek hemû kurdan bo damezirandina dewleta me şa û serbilind bû. 

Xalê min digot, ku avabûna Kurdistanê bi destî Yekîtîya Sovyet çê bû, lê hilweşîna wê bi destî welatên Împêrîyalîstan bû, ku nehate hesabê wan. 

Em – Kurdên Sovyeta berê niha jî bi dil û can bi têkoşîna We re ne û herdem amade ne tiştê ji me bê xwestin, em pêk bînin. 

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv

Akademîsyan, profêsor

Serokê Federasyona Navnetewî ya 

Diyasporayên Kurdan

Rêveberê Yekîtîya kurdên 

Qazaxistanê ”Berbang