Di dirêjiya peyamên part û alî û kesayetiyan bi armanca pîrozkirina 75 emîn salvegera avabûna PDKÎ, Tevgêra Rizgariya Demokrata Kurdistan ê, peyamek bo PDKÎ hinartiye û 25 ê Gelawêjê pîroz kiriye.
Deqa peyamê wihaye:
Rêzdar kak Mistefa Hicrî Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ
Silav ekî germ
Bi hilkevta 75 emîn salvegera avakirina PDKÎ, ez li ser navê xwe û hevbaverên xwe li Tevgêra Rizgariya Demokrat a Kurdistan ê, pîrozbahiyên herî germe xwe, pêşkêşî te yê rêzdar û rêberiya Hizba we û hemî endam û Pêşmergan û malbatên serbilinde Şehîdan dikin, û hivya serkevtinê bo we dixwazin.
Dîsan pîrozbahiya me qebûl bikin.
Her bijîn bo gelê Kurd
Ebdula Nazenînî
Sekirtêrê Giştî
Tevgêra Rizgariya Demokrat a Kurdistan ê
6ê Tebaxa 2020 an