Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Pîrozbahiyê a Şepêla Azadî ya Kurdistanê

13:43 - 10 Tebax 2020

Di dirêjiya peyamên pîrozbahiyê bi hilkevta 25ê gelawêjê, salvegera avabûna PDKÎ, ji aliyê part û aliyên siyasî ve, Şepêla Azadî ya Kurdistanê, peyamek bo PDKÎ şandiye ku deqa wê wihaye:

Bo Birayê rêzdar Mustefa Hicrî, Lêpirsyarê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) û hemî pêşmerge, endam û kadroyên partiya we  yên rêzdar re.

Bi helkefta 75 saliya damezrandina partiya we ya  bira, em weku Şepêla  Azadî ya  Kurdistanî, silav û pîrozbahiyên xwe yên germ,  pêşkêşî we dikin. Û hêviya  serkeftinê di tekoşîn, kar û xebata we ya ku hûn ji dehan salan ve  heya niha berdewam dikin, dixwazin.

Têkoşîna 75 salan a li dijî rejîma dîktator li Tehranê, û berxwedana we ya li dijî rejîm û desthilatdariya Meleyan, berdewame, ev rejima paremayî ku bi hemî şêweyên tirsnak her tundûtûjî û xwînrêj,  li dijî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê disepîne.

Bi vê boneya pîroz, em weku Şepêla Azadî ya  Kurdistanî piştevan û palpiştiya daxwazên we yên rewa dikin.

Em bi hêvî ne  ku, di pêşerojeka nêzîk de, kar û xebateke hevbeş,  bi hev re bikin,  da em bighêjin armancên gelê xwe yên rewa di azadî serxwebûnê de.

Hûn her hebin û her tekoşîna we ya Kurdewarî berdewam be.

 Şepêla  Azadî ya  Kurdistanî

8ê Tebaxa 2020 an