Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama rêzdar “Mistefa Hicrî” bi hilkefta koça dawî ya “Amîne Xanim Heyderî”

12:30 - 10 Çirriya paşîn 2020

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî” bi hilkefta koça dawî ya “Amîne Xanim Heyderî” peyama hevxemiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Em hatine agehdarkirin ku “Amîne Xanim Heyderî” keçe xwedêjêrazî “Seyîd Mihemed Heyderî” yê malbata “Seyîdên Berzencî” li bajarê Îstenbolê koça dawiyê kir.

“Amînexan hevjîna xwedêjêrazî “Şêx Osman Neqşbendî” yê Şêxên terîqeta Neqşbendî û xwîşka mezîn ya şehîd “Seyîd Kamil Heyderî” ku kadrê bi wec û Berpirsê Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li devera “Hevşar”ê bû, ku li meha Gelawêj a sala 1364an a Rojî şehîd bibû. Bi wê hilkeftê, em sersaxiyê dibêjine malbat û kesûkarên “Amîne Xanim” û xwedêjêîrazî “Şêx Osman” û tev dost û alîgirên wê malbata rêzdar û xwe bi şirîkê xema wan dizanin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hîcrî

19ê Xezelwer a 1399an a Rojî

9ê Çirriya Paşîn a 2020an