Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama rêzdar “Mistefa Hicrî” bi hilkefta koça dawî ya Dr. “Roj Nûrî Şaweys”

18:08 - 15 Şibat 2021

Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta koça dawî ya Dr. “Roj Nûrî Şaweys” Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyameke hevxemiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar/ Mesûd Barzanî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê

Tevî silav û rêz,

Nûçeya koça dawiya xwedêjêrazî Dr. “Roj Nûrî Şaweys” kadirê bikêrhatî û rêberayetiya PDK û Endamê Mekteba Siyasî ya wê Partiyê, cihê xem û nerhetiya me hemû aliyan e.

Ez bi vê hilkeftê ji aliyê rêberayetiya “PDKΔ ve sersaxiyê û hevxemiyê pêşkeşê we û endamên rêberayetiya “PDK” û hemû endamên malbata xwedêjêrazî dikin û em xwe hevparê xema we dizanin.

Rêz û hurmeta dûbare

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

27ê Rêbendana 1399an a Rojî

15ê Şibata 2021an