Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama sersaxî û hevxemî ya Lêpirsyarê Giştê yê PDKÎ

12:37 - 2 Çirriya pêşîn 2020

Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Mistefa Hicrî, bi boneya koçda dawî ya “Babe Şêx” serokê Civata Ruhaniyên Êzidiyan û keseyetiyekî diyar û nîştimanperwer ê Kurdistanê, peyama sersaxî û hevxemiya xwe û PDKÎ, arasteyê Îzidiyan kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Derheq koça dawî ya “Babe Şêx” serokê Civata Ruhaniyên Êzidî

Rêzdar Şêx Mîr û birêzan Civata Ruhaniyên Êzidî

Derheqê koça dawî ya Babe Şêx bavê ruhî yê Êzidiyan, û kesayetiyê diyar û welatparêz ê Kurdistanê, ez sersaxî û hevxemiya xwe û PDKÎ bi we rêzdarî, û hemû xûşk û birayên Êzidî radigehînim.

Ruha Babe Şêx şad şad, û yad û navê wî, bi nemirî bimîne.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

02.10.2020