Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama sersaxiya “Mistefa Hicrî” bi hilkefta koça dawî ya Prof. “Kinyazê Îbrahîm”

17:47 - 9 Tebax 2021

Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, bi hikefta koça dawî ya Prof. “Kinyazê Îbrahîm” peyameke hevxemiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Berêz Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Diyasporayê (FNDK)

Em bi bihîstna koça dawî ya kesayetî û xebatkarê xwedî rûmet û bi bandor ê gelê me, Prof. “Kinyazê Îbrahîm” xembar bûn.

Bi vê sedemê, ez li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) hewxemî û sersaxiya xwe bi we rêzdaran û malbata birûmet ya rehmetî Kinyazê Îbrahîm radigehînim û xwe di xema we de hevpar dizanim. Bila riha kek “Kinyazê Îbrahîm” şad û serê netewa Kurd û hezkiryên rehmetî sax be.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarê Giştî

Mistefa Hicrî

9`ê Tebaxa 2021`an