Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama sersaxiya “Mistefa Hicrî” bi hilkefta koça dawiya “Osman Ocelan”

13:28 - 16 Çirriya paşîn 2021

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî” di peyamekê de bi hilkefta koça dawiya “Osman Ocelan” sersaxî da malbta û hevçeperên wî.

Deqa peyamê wiha ye:

Koça dawiya têkoşer “Osman Ocelan” li roja 24ê Xezelwera sala 1400an a Rojî, (15ê November 2021) li bajarê Hewlêrê, em xembar kirin.

“Osman Ocelan” xebatkarê doza azadiya gel û welat bû û bi salan di vê pêxemê de tekoşîn kiribû, lewma bi vê sedemê neçar ma cihê xwe bi cih bihêle û li Başûrê Kurdistanê akincî be.

Em tevî vê ku xembar bûn, sersaxiyê dibêjine malbata “Osman Ocelan” û hevçeperên wî û xwe bi hevxemê wan dizanin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsarê Giştî

Mistefa Hicrî

25ê Xezelwera 1400an a Rojî

16ê Çiriya Paşîn a 2021an