
bi hilkevta 75 emin salvegera damezrîna PDKÎ, Partiya Demokrat Kurdistan- Bakur, û Hak- Par, peyamên pîrozbahiyê bo PDKÎ hinartine ku çend parek ji peyamên wan 2 partiyan de hatiye:
Partiya Demokrat a Kurdistan – Bakur di parek parek ji peyama xwe de nivîsiye: 75 Saliya Damezirandina Partiya Me ya Bira PDKI Pîroz Be
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku 75 sal berê li Mahabada paytext hat dinê û Komara Kurdistanê damezirand, li ser kok û bingehek mezin ava bûye. Ew xwediyê kevneşopek têkoşer e, û bûye nimûne ji bo gelek partiyên li her çar parçeyên Kurdistanê, ku partiya me PDK-Bakur jî yek ji wan e.
Dewleta Îranê ya dagiker îro wek xetereyek mezîn tête zanîn ne tenê ji bo kurdan lê ji bo hemî cîhanê û mirovahiyê.
PDKÎ, ku ev 75 sal in ji bo azadiya Kurdistanê bi awayek qehremanane xebat û tekoşînê dike, bûye cihê serbilindiyê ji bo hemî kurdên li çar aliyê cîhanê.
PDK- Bakur
Di parek ji peyama pîrozbahiya Hak- Par ê bo PDKÎ de hatiye: HİZBA DEMOKRATA KURDİSTANA ÎRANÊ,HETAVA ASÎMANÊ KURDİSTANÊ YE.
Silav li 25’ê Gelawêjê ku di wê rojê de sitêreke ronîdar şîn buye li çîya û deşt û zozanên Kurdistanê.
Bê guman damezrandina HİZBA DEMOKRATA KURDİSTANA ÎRANÊ ne tenê ji bo Kurdên Kurdistana rojhilat; lê jibo hemu Kurdên cîhanê mizgînîyek mezin e.
Bi van hestan hemu endamên HİZBA DEMOKRATA KURDİSTANÊ bi dil û can pîroz dikim.
Em bi xwe jî, xwe wek endameke partîya we hesap dikim. Ez ew kesim ku Qasimloyê nemir ji bo min digot “Hesen Demokrat”.Dixwazim bêjim ku, ev ûnvan heta temenêmin bidome wê wek xelatek mezin bi min re bimîne.
Ez 25’ê Gelawêjê li Kurdistanê pîroz dikim.
Bijî Kurd, her Bijî KURDİSTAN
Latif Epozdemir
Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR