
Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi boneya 10`ê Xakelêweyê li gund û bajarên Kurdistana Rojhelatê çalakiyên tablîxî lidar xistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 16`ê Xakelêwey(5`ê Nîsan)`ê, ciwanên şoreşger û endamên dilsoz yên PDKÎ, di pirraniya gundên girêdayî devera “Deştebêl” a ser bi bajarê Şinoyê, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, salroja Şehîdên Kurdistanê, çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Ew cihên ku çalakiyê teblîxî hatine lidarxistin wiha ne:
“Gulmaweran, Reşgund, Îslamlû, Durbe, Terseblax, Dustek, Girkakul, Siyavan, Axbilax, Şîwe Bîro, Gundê Mela Îsa, Sêkanî û herwisa li ser riya dinavbera bajarê Şino û Deştebêl”.
Di wan çalakiyan de, emegnasên rêbaza şehîdên Kurdistanê li devera “Deştebêlê”, bi belavkirina tirakit û posterên teybet bi salroja şehîdên Kurdistanê, peyman di gel rê û rêbaza tijî serbilindî a şehîdên Kurdistanê nûkirin, û emegnasiya xwe derheq rêbaza PDKÎ, nîşandan.
Her di vê pêwendiyê de, di heyama çend rojên borî de, xebatkarên Demokrat, li bajarê Pîranşarê, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, li çendîn cihên wekî: “Kemerbendiya Îmam Cum`e, Bilvara Kurdistan, Felekeya Mamosta Nalî, Felekeya Hevaşinasî, Şînavê, Sêriya Şehrek û Şeqama 24 metirî”, bi belavkirina tirakit û posterên taybet bi 10`ê Xakelêweyê, di gel armanc û rêbaza şehîdên Kurdistanê peyman nûkirin.