
Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Mehabadê peymanê digel şehîdên Kurdsitanê nû dikin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 9`ê Xakelêweyê gevir li xwekirên(Xakîpoşên) çeperên Bajar, li Mehabadê, serdana tirbê pîroza yê rêberê mezin yê Kurd, şehîdên wekî,”Pêşewa Qazî Mihemed, Sêyf û Sedrê Qazî”,kirin û peymana xwe digel şehîdên Kurdistanê bi taybet şehîdên 10`ê Xakelêweyê nûkirin û ev salrojê bilind radigirtin.
Herwisa şeva 8 li ser 9`ê Xakelêweyê jî, şoreşgerên Demokrat li bajarê Mehabadê, bi boneya 10`ê Xakelêweyê bi nivîsîna siloganên wekî, “10`ê Xakelêweyê û roja Şehîdane bilind be, çalakiyên tebilîxî lidarxistin.
Ev cihên ku çalakî hatine lidarxistin wiha ne: Pira Qan`I, pira Îsma`îl axa, pira pişt bazarçeya Nûr, sê riya Mehabad, û Bokan, Dukanên ser sêriya Mehabad û Bokanê.
Her di vê pêwendiyê de, dirêjederên Pêşewa li bajarê Bane jî, roja Pênçşemî 8`ê Xakelêweyê bi boneya salroja Şehîdên Kurdistanê, bi belavkirina tirakt û postêrên taybet bi vê rojê û herwisa golên sor çalakiyên tebilîxî lidarxsitin,
Ev cihên ku di vî bajarî de çalakiyên tebilîxî hatine lidarxistin wiha ne: Kemerbendî a 1-2, derdora Sêriya Boyen, Bilvara Merzbanan, Cadeya Ehmedava, şeqama Înqlab, kolana Arbaba, bilvara Serdeştê, Benîrezan û şehreka Beharan.