Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîlana nû ya rejîma Îranê bo dagîrkirina Rojhilatê Kurdistanê

10:28 - 23 Çirriya pêşîn 2021

Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”ê, di bajarê Pîranşarê de heyamek e ku ji bajarên wekî “Meraxe, Tewrêz Erdebêl û bajarên dinê Tirkan” bo werzêriyê rû bi bajarê Pîranşar û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê kirine.

Di bajarê Pîranşarê de, wan Tirkan bi pereyekî gelek zêde zewiyan bo werzêriyê îcare dikin an jî dikirin.

Dana pereyê gelek zêde bo kirîn û firotina zewiyên werzêriyê bo wan kesên ku her salê bo dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe zewiyan îcare dikin an dixwazin zewiyan bikirin, pirsgirêk afirandiye. 

Wekî mînak li gundê “Diribke”yê girêdayê bajarê Pîranşarê, kesekî xwestiye zewiyekê ji welatiyekî yê bi navê “A.A” bi milyardek û nîvan bikire, lê xwediyê zewiyê amade nebûye bi wê nirxê erdê xwe bifroşe û gotiye ku xwaziyarekî Tirk ê wî erdî heye ku amade ye bi 5 milyard Tumenan, wî erdî ji min bikire.

Ew pirsgirêka bi tenê taybet bi bajarê Pîranşar nîne û ew pirsgirêk di hemû bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê de heye û eger neyê çareserkirin, ew pirsgirêk di paşerojê de xisareke gelek mezin dê bi Kurdistanê bibe.

Pêka amaran li bajararê Pîranşar û gundên derdora wî bajarî, werzêran zewiyên xwe ên werzêriye bi wê rêjeyê bi Tirkan îcare dane:

Li Pîranşarê 50 hiktar bi 15 kesan, li Diribkê 50 hiktar bi 13 kesan, li Berdeqel 50 hiktar bi 17 kesan, li Kêlê û Beleban 40 hiktar bi 10 kesan, li Girdiksipiyan 30 hiktar bi 8 kesan û li Endêzê 25 hiktar hatine îcaredan.