Di berdewamiya pîlanên rejîma Îranê de bona guherîna demografî û bitalanbirina çavkaniyên Kurdistanê, hindek kes ji devera Ehwazê ber bi Kurdistanê ve hatine û bi rêya timahkirinan, hewl didin ku zevî û milkên Kurdistanê dagîr bikin.
Pêka zaniyariyan, xelkê deverên başûrê Îranê bona kirîna xanî û zeviyên werzêran, ber bi bajarê Pîranşarê ve hatine û daxwaz ji xelkê dikin ku zeviyên werzêrî û xaniyan bi wan re bifroşin û li hember wê daxwaza xwe, soza pereyê zêdetir bi xelkê didin.
Rejîma Îranê bi berdewamî di hewlê de ye ku demografiya Kurdistanê biguherîne û bi şandina netewên din bo nav axa Kurdistanê, pirsgirêk û fitneyan di navbera Kurd û netewên dinê de biafirîne.
Herwisa rejîma Îslamî ya Îranê, bi hegera wê yekê ku Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê keş û hewa ve, çavkaniyên avê, zeviyên werzigariyê, kangeh û bi giştî çavkaniyên surûştî ve dewlemend e, bi eşkere hewla jinavbirina wê dide.