Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîlanên rejîma Îranê, li nêzîkbûna 22ê Pûşperê berdewamin

12:51 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Rejîma dagirkîrker a Îran, li nêzîkbûna 22ê Pûşerê, bi hemû awyaî mijûlê pîlan darêtine.

Rejîma dagîrkar û terorêstperwera Îranê, hemû salek di meha Pûşperê û nêzîkbûna 22ê Pûşperê de, bi awayên cuda, pîlangerî di bajarê Kurdistanê de, bi merema çewtekarî kirin li kiryarên terorîstiyên xwe, bi rê ve dibe.

Di wê pêwendiyê de, li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îranê û Spaha Pasdaran a terorîst ya wê rejîmê, di 22`ê Pûşperê salroja kiryarên terorîstiyên xwe û terorkirina Dr. Qasimlo, di hewla pîlangeriyeke nû de ne, û dixwazin li cihekî li bajarê Şinoyê bi navê “Kanî Eynerom”, rêûresmekî bo kuştiyên xwe lidar bixînin.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê di vê derheqê de ragihandiye: “Hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, her ji niha ve amadekariyan bo wê rêûresmê dikin, û daxwaziya ji xelkê kirine ku dibe beşdar bin, û herwisa komek li berpirs û karbidestên Şaristanî, deverên bajarê Şinoyê û parêzgeha Urmiyê, amade dibin.

Ew pîlangeriyên rejîma Îran û Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Şinoyê, bi merema çewtekirina kiryarên terorîstiyên xwe li hemberî neteweya Kurd e.

Şehîd Dr. Abdulrehman Qasimlo, rêberî neteweya Kurd, di Pûşpera 1368 a rojî de, bi merema çareserkirina pirsa neteweya Kurd di Rojhilatê Kurdistan û di Çarçêweya Îranê de, li bajarê Viyenê paytexta welatê Otrîş digel rejîma Îranê de, li ser maseya civînê, bi destê binav dîplomatên rejîmê, digel çend hevalên xwe hateine şehîdkirin.