
Kurdistanmedia: Piledarekî leşkerî yê hêzên întizamî di devera “Zerabad” a ser bi bajarê “Kunarek” a girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de, li şer û pevçûnekê digel kesên nenaskirî de hate kuştin.
Pêka nûçeya ku Ajansên Nûçegihaniyên ser bi rejîma Îranê belavkirine ku, roja Înê 6`ê Befranbarê, li şer û pevçûneke hêzên întizamî digel kesên nenaskirî di devera “Zerabad” a ser bi bajarê “Kunarek” a girêdayê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de, piledarekî întizamî yê bi navê Emîr Derwîşî hate kuştin.
Di wê şer û pevçûnê de piledarekî leşkerî bi navê Emîr Derwîşî hate kuştin û çend leşkeriyên din jî hatine birîndarkirin.
Heya niha di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de çendîn caran bi wî awayî di navbera hêzên rejîmê û kesên nenaskirî de şer û pevçûn qewimî ye, û heya niha di wan şer û pevçûnan de çendîn hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatine kuştin.
Heya belavbûna wê nûçeyê ti yek ji hêzên opozisiyon yên li dijî rejîma Îranê, ew şer û pevçûne nikişandiye stuyê xwe.