
Fermandarê bajarê Baneyê, “Îsmaîl Rostempûr” gotiye: “Ostiwar Duwim Riza Sipehwend li cihek ê bi navê Gilesorê di şer û pevçûnekê de hatiye kuştin”.
Ew piledarê rejîmê li yek ji binkeyên leşkerî yên li çiyayên Baneyê de mijûlê karê leşkerî bû.
Navbirî xelkê bajarê “Xuremava” yê ser bi parêzgeha Lursiatnê bû.
Heta niha ti aliyekê ew şer û pevçûne li stuyê xwe negirtiye.