Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piledarekî rejîma Îranê li bajarê Sîstan û Belûçistanê hat kuştin

18:06 - 22 Gulan 2022

Rêkevta 31`ê Banemerê, piledarekî hêza Întizamî yê rejîma Îranê li bajarê “Geluga"ya girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, ji aliyê kesên nenaskirî ve hat kuştin.

Navbirî ji endamên Hêza Fermandehiya Întizamî ya Sîstan û Belûçistanê bûye ku, şeva derbasbûyî li ber deriyê mala xwe, ji aliyê kesên nenaskirî ve hatiye kuştin.

Heta niha ti girûp an aliyekî kuştina wî piledarê rejîmê negirtiye bi stûyê xwe.

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dinavbera hêzên rejîma Îranê û welatiyên Belûç de  biawayek berdewam şer û pevçûn diqewime ku, ew yeka jî nîşana tepesekirin û zilma rejîmê li wê parêzgehê  de ye.