Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piledarekî Spaha Pasdaran a terorîst hat kuştin

12:23 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2022

Pasdar “Seîd Semerdar Motleq” li başûrê Îranê hatiye kuştin û pêka nûçeyên belavbûyî, hêzên ewlehî û Îtila`atî gef li malbata wî pasdarî xwarine ku, nabe mirina kurê xwe medyayî bikin.

Wî pasdarê rejîmê pileya “Serwan”yê di Hêza Deryayî ya Spaha Pasdaran a terorîst de hebûye û pêka nûçeyên belavbûyî, ew yek ji endazyarên bernameyên mûşekî yên Spaha Pasdaran a terorîst bûye, lê heta niha ti zaniyariyek serast li derheq cih, sedem û şêwaza kuştina wî pasdarî nehatiye belavkirin.

Heta niha ti kes an aliyekê kuştina wî pasdarê xelkê Şîrazê negirtiye stûyê xwe û rejîma Îranê jî bi tenê behs ji mirina wî kiriye û ti zaniyariyek zêdetir belav nekiriye.

Heyamek e ku endamên Spaha Pasdaran ên li bernameyên mûşekî û navkî yên rejîmê tên kuştin û rejîma Îranê hewlê dide wan kuştinan bi mirinên asayî bide xuya.

Berê jî 2 endamên Spaha Pasdaran ên bi navên “Elî Kemanî û Mihemed Ebdos” ku li bernameyên mûşekî û esmanî yên Spaha Pasdaran de mijûlê kar bûn hatibûn kuştin û rejîmê kuştina wan bi bûyera hatinûçûnê ragihandibû.