Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîlotên Îranê dev ji welat berdidin

11:55 - 17 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Pîlotên Îranê dev ji welat berdidin û di welatên cîran de dibin koçber.

Beripirsê Encûmena kompaniyayên Balafirên Îranê got niha 2 hezar pîlotên betal di welat de hene, û asta seferên hevwelatiyan li sala 1397`an li çav sala 1396`an %13 ji daketiye, zêdebûna hêza mirovî û bilindbûna asta nigitîv a seferên esmanî bûye sedem ku pîlotên Îranê bo kar pena xwe bo kompaniyayên balafiran yên derve bi taybet welatên cîran û herêmê bibin.

Sedemên wekî, rewşa kar, kêmbûna heqdestê pîlotan, daketina asta firîna balafiran û nebûna ewlehiya balafran, pîlotên Îranê neçar kirine da ku, fikra koçberbûnê bikin.

Di dawiya sê mehên sala 1397`an de, zêdeiy 100 pîlotên Îranê daxwaza penaberbûn di welatên derdorê de kirine.

Şîpela terkandina vê hêza lêhatî a kar li welat, bi qasî bihêze ku  ev wekî kirîzeke pêşiya Pîşeya Esmanî a Îranê dane zanîn.

Pirraniya pîlotên koçber di welatên wekî Îmarat, Hind, Qeter û herwisa di welatên herêmê de kar dikin.

Kompaniyayên Balafiran bi pêşîgirtin li dev ji kar berdana pîlotan di welat de,  barmteyên giran vedigirin û hin caran berpirs çûnahion pîlota bo derveyî welat qedex dikin yan jî bawerînameya firînê ya van napejrînin da ku pêbend bi berdewamkirina kar xwe bin, û hin caran jî ev pîlotên ku di kompaniyayên balafiran yên bo dervey welat de kar dikin, bawerînameya firînê ya van pîlotan betal dikin.

Zêdebûna nerazşbûnên pîlotan piştî ketina xwarê a balafira Tehran bo Yasûcê  ku li sala 1396`an  qewmîbû hatiye gorê, , di vê demê de hejmareke pîlotên kompaniyayên balafran ragehandibûn ku çikên çendsed milyon Tûmenî wekî barmte  ji van vegirtine, da ku nekarin di van kompaniyan de derkevin.

Di heyama sala derbazbûyî bi sebeba rewa xirab a aboriya Îranê, û betalbûna karxane û navendên Pîşey,û bilindbûna nirxan, tex û çînên civakê dest bi xweşandana kirin û berprisên rejîmê jî bi cihê ku bi fkra çareserkirina rewşa xirab a aboriya welat bin hemû serwet û samana welat xercê girûpên terorîstî yên wekî Hizbulaha Lubnan, Husiyên Yemen û HeşdaŞe`ibî li Îraqê dikin.

Her di vê pêwendiyê de jî, “Donald Tramp” serkomarê Amerîkayê biryareke bi cî de, bi sebeba piştevanîkirina rejîma Îranê li girûpên terorîstî û têkdana ewlehiya herêm û cîhanê, navê Spaha Pasdaran xiste nav rêzbenda reş a saziyên terorîstî de.