Gorî rapor û zaniyariyan, Rêka serkî a di navbera herdûk herêmên Soma û Biradost bi tewawî xirab bûue.
Rêka ku peywendî û hatinûçoyîna dehan Gundên Soma yê û Biradost pêkve girê dide, û kite rêka serekî ye bo Bajarên Urmiyê û aliyê bakura Somayê jî Rêka bo Bajarê Selmasê ye, hinde xirab bûye ku xelkê vê herêmê vêzar kiriye.
Asfalta Rêka Somayê hemî xirab bûye û hinde kendal û kor çêbûne ku hatin û çun tê de zehmet bûye , yan Maşînêt xelkê tûşî xisarê dibin.
Ewa çendîn sale rewşa vê Rêkê her wisane û piştî daxwaz û nerizayetiya xelkê, hinek caran rejîmê hinek Qîr berdaye nava Çalên ser Rêkê û leke girtine, lê piştî çen rojan dîsan her wekî xwe lê tên.
Herwisa Pira ku di Somayê de naskiriye bi Pira Cohniyê, hinde kevne û payê vê bi hegera Lehiyan sedeme dîtine û Tîrkê qiraxa Pirê çinînin, her wisa ev rêke bê elamet û Tabloye, zêdebarî dehan caran daxwaza xelkê deverê bona nûjenkirinê, hemî carê berpirsên rejîmê serdanê dikin û çend wêneyan dikêşin û heya niha çi nehatiye kirin.
Bê guman bona heçî carên ku berpirsekî rejîmê serdana Rêke û Pirê dike, budce û dirafekî zaf bi wî navî tê vergirtin û dixon û didizin.