Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya bajarên Îranê bi sedema bêaviyê dibin çolistan

12:57 - 27 Hezîran 2022

Bi sedema nebarîna baran û nebûna pilanên kêrhatî yên berpisên rejîmê 14 milyon hiktar zewiyên bajarên Îranê dibin çolistan.

Serokê Saziya Çavkaniya Xwezayî û Rêveberiya Avhewayê yê rejîma Îranê Ebaselî Nobext di hevpeyvîna digel nûçegihaniya Mêhr a girêdayî rejîmê diyar kir, hejmara parêzgehên Îranê yên çoleme ji 14 parêzgehan yên di destpêka bernameya 20 salî de gihîştiye nîzî 21 parêzgehan.

Herwisa wî berpisên rejîmê ragihand, pêka daneyên Saziya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî, (UNDP) Îran yek ji wan welatan e ku  dê di sala 2025`an ji ber guherînkariyên herêmî û hişksaliyê rastî kirîza micid ya bêavêyê bibe û ev rewş dê di sala 2040`an de bigihîje kupikê.