Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya bajarên Îranê di demsala Havîna îsal de digel kêmiya berqê rû bi rû dibin

18:13 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2022

Texmîn hatiye lêdan ku di demsala Havîna Îsal de piraniya bajarên Îranê û navendên berhmanînê dê rastî kirîza bê berqiyê bên.

Endamê Sendîkaya Berhemanîna Berqê “Peyam Baqirî” roja Sêşemî 12ê Tîrmehê ji nûçegihaniyên girêdayî rejîma Îranê re ragihandiye ku, di demsala Havîna îsal de piraniya bajarên Îranê dê digel kêmbûna berqê rû bi rû bin.

Herwisa navbirî ragihandiye ku, sedema sereke ya kêmiya berqê wedigere bo paşketina avakirina wizegehan di Îranê de û ev yek jî dibe sedem ku navendên mezin yên berhemanînê, di Îranê de niviya demsala Havîna îsal bê beriq bimînin.

Herwisa “Peyam Baqirî” behsa vê yekê kiriye ku, her sal 5 hezar Migawat berqa Îranê di hat zêdekirin lê, îsal zêde nekirine û ev yek jî dibe sedema kêmiya 15 hezar Migawatî di demsala Havîna îsal de.

Nebûn û kêmbûna berqê, li ser karê rojane yên xelk, navend û cihên berhemanîn û firotinan, bandor dadine û zirarek zêde digihîne wan, ev heyama çend salane ku li Îranê di demsala Havînê de, pirisgirêka berqê hene û rejîma Îranê bo vê pirisgirêkê ti pêngavek zanistî hilnagire û berevajî xişteya qutkirina berqê di bajaran de berfiretir dike.