Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya bêkaran di Îranê de, Ciwanin

11:29 - 18 Kanûna Paşîn 2021

Pêka amarên rejîmê, ji 2 milyon û 400 hezar kesên bêkar yên li Îranê, nêzî milyonek û 700 hezar kes temenê wan di navbera 18 heta 35 saliyê de ye.

Pêka amarên rejîmê li demsala Payîza Îsal, zêdetir ji 580 hezar jin yên ku temenê wan dinavbera 18 heta 35 salan e di Îranê de bêkarin, amarên rejîma Îranê rastiyan nîşan nadin û pêka pîvanên zanistî nînin û amara bêkaran ji amarên ragihandî yên rejîmê, gelik zêdetir in.

Di Îranê de destfiroşî li ser şeqaman û kesên ku her bi nav karekê hebin, wekî xwediyê kar tê dîtin û amara serast ti carî ji aliyê rejîma Îranê ve nayêne belavkirin û bi awayekî rengê siyasî û ewlehî didne wan amaran û rejîm hertim cehdê dike amaran kêmtir nîşan bide.

Qeyrana aborî ya rejîmê, gendeliya berpirsan û ferq û cudahiya Olî, netewî û bûye sedema bingehîn a bêkariyê di Îranê de.

Kolber li Rojhilatê Kurdistanê bi sedema Bêkariyê, bi neçarî kolberiyê dikin.