Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya deshilatdarên Amerîka helwesta “Jeo Biden” li hember rejîma Îranê rexne dikin

11:43 - 21 Şibat 2021

Maîk Pompêo Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê, nîgeraniya xwe li hember paşekêşiya “Jeo Biden” li hember givaşên ser rejîma Îranê û hewildan bona kêmkirina givaşên ser Îranê, bi tundî rexne kir.

Roja Pêncşemiya derbasbûyî, piştî vê ku Koşka Sipî ragihand ku li ser prsa navikî amade ye danûstandinê digel rejîma Îranê bike, “Mike Pompeo” Wezîrê Berê yê Derve yê Amerîkayê digel beşek din ji deshilatdarên wî welatî, bi tundî rexne ji siyaseta “Joe Biden” girtin û nîgeraniya xwe dane xuyakirin.

“Mike Pompeo” gotiye: “Her nermiyek û danûstandinek û dana puanek bi rejîma Îranê, bêguman dê destê wê rejîmê beredayîtir bike bona afirandina aloziyan di deverê de û dê bibe sedem ku rejîma Îranê zêdetir piştevaniya girûpên terorîstî bike”.

“Pompeo” ragihand ku rejîma axûndan tenê zimanê zorê û givaşê fam dike, me di dema xwe de rejîma Îranê agehdar kiribû ku çi kiryarekî wê bi dijî hêz û berjevendiya me be, dê bi tundî bê bersivdan, lewma wan jî hisaba xwe xwandibûn, lê hekî niha wan givaş û gefan li ser bêne kêmkirin, bêguman ev dê zêdetir berdewam bin li ser kiryarên terorîstî û aloziya deverê û derbelêdan ji berjewendiya Amerîkayê.