Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya dibistanên parêzgeha Sineyê kevnarin

10:50 - 20 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Di parêzgeha Sineyê de piraniya dibistanan kevnarin û gelek ji wan jî kanêksî ne, her bi vê sedemê gelek zarokên dersxan neçarin dev ji dersxwendinê berdin.

Parêzgeha Sineyê xwdiyê 3800 dibistana ye ku, ji wê hejmarê nêzî 1/3 a wî parêzgehê hewcehî bi nûjenkirinê heye.

Herwisa di parêzgeha Sineyê de nêzî 88 dibistan dibe bêne herifîn û li serî de bêne avadenkirin.

Eve di demekê de ye ku, heyamek beriya niha, Serokê Odeya Bazirganî, Xulamhusên Şafi`î gotibû, em çavnihêrî aramiya Sûriyê ne ku, em bikarin bi giştî avedan bikin. Û navbirî gotibû, Îranê sê sal beriya niha jî, di avedankirina Sûriyê de rol hebûye.

Eve di halekê de ye ku, rejîm tenê dizane bûdceya welat terxanê derveyê welat bike û ti girîngiyekê bi navxweyê welat nede.

Ji aliyek din ve jî, di 66 gundên parêzgeha Sineyê de heya niha jî, ji dibistanê kanêksî mifahê verdigrin.

Rewşa xirab a dibistanan wisa kiriye ku hejmarek ji zarokên dersxwan dev ji dersxwandinê berdin.