
Di zaf bajar û gund û deverên Îranê de û bi taybetî deverên weke : parêzgehên Sîstan û Belûçistan, Xuzistan, kohkîluye û buyîr ehme, loristan, kirman, parekî berçaw ji parêzgehên naverasta îranê, tûşî bê Avî yê bûne û xelk ji dest nebûna Avê, heta bo dabînkirina Ava vexwarinê jî tûşî dijvarî û pirskirêkan bûne.
Xelkê wan herêman bona dabînkirina Ava vexwarina xwe neçarin avê pê tankêran bikirin, yan hinek kes diçin û weke karê kolberiyê Avê ji cihên dûr li ser pişta xwe vediguhezin û difiroşin.
Gorî dawî zaniyariyan di parêzgeha kohkîluye û buyêr ehmedê niha karê kolberiya Avê bûye karê rojane ya xelkê.
Pareke zafe kolberên Avê zarokin ku hem bo malbata xwe Avê dabîn dikin, hem jî derfet dizanin bona peydakirina hinek pere di vê bêkariya Îranê de, bi firotina Avê bo xwe bidest ve bînin.