
Kurdistanmedia: pêka jêvekolîn û amaran, piraniya xelkê Îranê şiyana paşkevt kirina Aborî tunînin.
Li derheq rewşa xirab a aboriya xelkê welatê Îranê, zaf navend amaran belav dikin ku yek ji wan navendan ew amare belav kiriye ku di Îranê de, %35 ji xelkê şiyana paşkevtê tunînin. Ew amara di demekê de belav dibe ku pitir ji niviya xelkê Îranê di jê hêla jarî û belengaziyê de dijîn.
Piraniya xelkê Îranê ne tenê şiyana paşkevta aborî tunînin, belkî heta nikarin hewcehiyên jiyana xwe jî dabîn bikin.
Piraniya berhev kirina wan amarê navxweyî li jêr zêrewanî û agehdariya rejîmê, têne encam danê û dûrin ji rastiyê.