
Nûnerekî rejîma Îranê li meclîsê ragihand ku piranaiya xelkê Îranê ji nan û penîr zêdetir ti xwarineke dinê tinînin û herwisa rewşa jiyana xelkî karesat e.
Roja Çarşemî, 4ê Çirriya Paşîn, cihgirê serokê “Komîsiyona Aborî” ya meclîsa rejîma Îranê, “Kazim Mûsewî”, tevî bi karesat zanîna rewşa jiyana xelkê ragihand: “piraniya xelkê ji nan û penîr zêdetir tişteke din bo xwarinê tinînin” û daye xuyakirin ku “dewlet” sebebkarê rewşa heyî ye.
“Kazim Mûsewî” daye xuyakirin ku meclîsa 11him bi durişma “çareserkirina pirsgirêkên aborî” dest bikarê xwe kiriyê, lê gotinên wî bilî çewtekarî ti tişteke dinê nînin û heta niha ti pirsgirkeke aborî ya Îranê nebitenê nehatiye çareserkirinê belku asta nirx û asta hejarî li Îranê de zêdetir bûye.