Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya xwendingehên Îranê kavil in

13:21 - 31 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Xwendingeh û dersxwanên Kurdistan û Îranê, li jêr deshilata berpirsên rejîma Îranê de ber bi wêraniyê ve diçin.

Mêhrullah Rexşanî Mêhr serokê rêkxirawa nûjenkirin, vegeşandin û teyarkirina xwendingehên rejîma Îranê di preeskonferansekê de bas ji vê kiriye ku %27 a xwendingehên Îranê di warê avahîsaziyê de wekî kavilbûyî têne hesibandin.

Navbirî gotiye ku %34 a wan, hewcehiya wan bi nûjenkirinê ne, û tenê %39  ji xwendingehan qahîm in.

Wî berpirsê rejîma Îranê di axavtinên xwe de bas ji vê kiriye ku 1 hezar û 700 polên dersgotinê di kanêksekê de bi rê ve diçin, û 987 polên din jî bi heriyê hatine çêkirin.

Navbirî di axavtina xwe îşare bi vê kiriye ku ew xwendingehên ku temenê wan 30 sal dibe, wekî kavil têne hesibandin.

Sala 1393`an berpirsên rejîma Îranê bas ji vê kiribûn ku sala nû ya xwendinê di demekê de dest pê kiriye, ku %50 ya xwendingehên vî welatî ji heriyê hatine çêkirin, û berpirsên rejîmê jî ew xwendingeh şibhandine bi bomba amadekirî bo teqandinê.

Rejîma Îslamî ya Îranê 36 hezra milyard bûdce bo sala 1397`an bo beşa perwerdehiyê daniye ku li çav sala borî, 4 hezra milyard kêmtir e.

Di pirojeyasaya pêşniyarî ya bûdceya sala 1397`an de bo beşa perwerdehiyê, 36 hezar milyard bûdce hatiye diyarîkirin, ku 2 hezar û 831 milyard Tûmen bo beşa birêveberiyê hatiye danîn, ku eva jî li çav sala borî zêdetir ji 42 hezar milyardî kêm kiriye.

Li gora amarên rejîmê %30 a xwendingehên Îranê dibe ku bêne herifandin, û %42 a wan jî sîstema wan a germkirinê tuneye, û di gellek parêzgehên Îranê de jî xwendingeh bi awayê kanêks û xîvetan hatine sazkirin.

Ji aliyek din ve jî Wezareta Perwerdehiyê a rejîma Îranê, şiyana dana mûçeyê mamostayan nine, û 6 hezra milyard Tûmenî deyndarê mamostayan e, û di dema xwe de nikare heqdestê wan bide.

Li gora madeya 30 ya yasay bingehîn a rejîma Îranê xwendin heya asta paşnavendî dibe bi bê beramber be, û bûdceya taybet bo bilindkirina asta perwerdê, tê amadekirin. Lê li hinek xwendingehan de heta 750 hezar Tûmenî pere ji dersxwanan werdigrin.