Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirofesor “Koçer Bîrkar” li welatê birîtaniya Di warê matmatîk de xelata Fîldz bi dest xist

12:33 - 30 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Pirofesor “Koçer Bîrkar” li welatê Birîtaniya xelata matmatîk angu bîrkarî bi dest xist.

Pirofesor “Koçer Bîrkar” xwediyê xelata Fîldz li warê matmatîk angu bîrkarî, li rêûresmeke taybet di welatê Birîtaniyayê de, xelata Altona Gel bi dest xist.

“Firîdûn Direxşanî”naskirî bi Pirofesor “Koçer Bîrkar” li sala 1357`an li gundê “Nê” a girêdayî bajarê Merîwanê jidayîk bûye, û qonaxên xwendina despêkî û navendî jî her li bajarê Merîwanê dawî pê aniye, û li zanîngeha bajarê Taranê baverînameya pisporiyê bi dest xist û li zanîsgeha “Natîngham” a Birîtaniyayê baverînameya matmatîkî angu bîrkarî vergirt.

Pirofesor “Koçer Bîrkar” li sala 2018`an xelata Fîldz di warê matmatîk di cîhanê de, bi dest xist û berê jî çendîn xelat di wî warî de bi dest xistibû.

Xelata Fîldz ji sala 1932`an ve heya niha bi wan kesan tê dan ku ji warê matmatîk ve afirandinê dikin.