Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirojeyên avedankirina herêmên Rojhilatê Kurdistanê bidawî nabin

12:48 - 29 Gulan 2022

Pirojeya danîna boriyên gaza devera “Mirgewer” a girêdayî bajarê “Urmiye” piştî derbasbûna 3 salan heta niha jî bidawî nebûye.

Piştî derbasbûna sê salan li ser destpêkirina pirojeya danîna boriyên gaza malan bo devera Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiye, heta niha jî bidawî nebûye  û ev piroje netewav maye.

Di destpêka danîna boriyên gaza malan bo wê deverê, perpirsê kompaniyaya gaza parêzgeha Urmiye soz dabû ku, ew piroje dê di demek gelek kin de bidawî bibe û heta sala 1401`an tev gundên wê deverê dê bibin xwediyê gaza malan.

Her di vê derheqê de, di çend mehên derbasbûyî de xelkê gundên weke,“Hêşimava, Dukana, Sêwdînava, Kelasî, Sêgirkan, Giriknasir,Havtava û Bîbekran” digel serokê îdareya gaza parêzgeha “Urmiyê” civiya bûn û daxwaza bidawî anîna bi wê pirojeyê kiribûn û di  bersiva wan de carek din soz û qewl hatibûn dan ku, di heyamek nêz de dê tev gund bibine xwedî gazê.

Lê, piştî derbasbûna 3 salan tenê li ser beşek kêm a wê pirojeyê kar hatiye encam dan û bi netevawî maye û bûye gefek micid lo ser jiyan û hatinûçûna xelkê herêmê.

Her di vê derheqê, roja derbasbûyî bi sedema kolandina cihên boriyên gaze, li ser rêya gundê “Lorzinî” bûyerek hatinûçûnê rûda û ew cokên kûr ku bo boriyên gazê hatine kolandin bûne gef li ser canê welatiyan û heta niha çendîn bûyerên wiha di wan herêman de qewimîne.