Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirojeyên avedankirinê yên li bajarê Şinoyê, ev heyama 20 salane tenê li ser kaxezan mane

19:43 - 22 Gulan 2022

Li baajrê Şinoyê pirojeyên avedankariyê, ev heyama du dehikane, bi sedema kêrnehatîbûna berpirsan û bi awayekî sîstematîk nivîşkan mane û êdî xelkê wî bajarî bawerî bi soz û qewlên çewit yên karbidestên rejîmê nemane .

Yek ji wan, pirojeyan bendava “Çeperavê”ye ku, li 10 kîlometiriya rêya Şino bo Pîranşarê hilkevtiye ku, li sala 1381`an ew piroje hatiye destpêkirin û biriyar bû di heyama 5 salan de  bidawî bibe lê, ew pirojeya heta niha bilî xisarên jîngehî ti mifahek bo deverê nebûye.

Pirojeyek din nexweşxaneya 77 textî ya wî bajarî ye ku, li sala 1393`an destpê kiriye û biriyar bû di heyama 4 salan de bidawî bibe lê, netenê ku kulîteya wê nexweşxaneyê bo 64 textên xewê hatiye kêmkirin belkû ev 8 salin ku li ser wê pirojeyê de derbas dibin heta niha jî bidawî nebûye.

Ji aliyek din ve jî “Pira Pûşawê” 4 salan berî niha, bi sedema lehiyê herifîye û pêka sozên berpirsan diviya li hemen salê de bihatiba nûjen kirin lê, her nivîşkan maye û bo hatinûçûna welatiyan bûye arîşe.

Herwisa pirojeya kolandina jêrava bajarê “Şino” ku li sala 1395`an dest pê kiribû û tevî dabînkirina 43 miliyar Tumenan heta niha jî her weke xwe ye.

Her di vê derheqê de, parzûngeha jêrava wî bajarî, li sala 1397`an dest bikar bûye û wekî hemû pirojeyên din yên wî bajarî nehatiye tevawkirin û ti mifahek bo xelkê deverê nebûne.